LI ERXENÎYÊ ÇEM HERIKÎ Û LEHÎ RABÛ, GELEK XANÎ Û AXÛR DI BIN AVÊ DE MA
Li bejahîya Erxenîyê ji ber barana ku zêde barî ava çem herikî û hin mal û axûr di bin avê de man. Barana zêde ku duh li navçeya Erxenîyê ya Amedê barî, bandoreke neyînî li jîyana rojane ya bajêr kir.
Li mezra Akçemelîk ê gundê Guneştepe ya navçeyê duh danê êvarê ava çem herikî.
Li mezrayê hin mal û axûrên ku ji ber lehîyê di bin avê de man, pira ku hat gotin temenê wê 15 sal e jî xisar dîye. Ji ber barana bi bandor li navçeya Çermûgê rêjeya çemê Sinbekê zêde bû û rêya bejahî ya Çermûg-Erxenî jî di bin avê de ma.