Li Elezîzê di şerê ku di navbera şivan û muxtarê gund de derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn.
Li Elezîzê di şerê ku di navbera şivan û muxtarê gund de derket de kesek jiyana xwe ji dest da û 2 kes jî birîndar bûn. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin; li Gundê Çanakçi yê navçeya Karakoçan a Elezîzê, di navbera şivan û muxtarê gund Fahrettîn Yildirim de, li ser mêrgê nîqaş derket. Şivan bi çeke, muxtarê gund Fahrettîn Yildirim, Ekrem Înce û Bariş Mehmet Yildirim birîndar kirin. Muxtarê gund Yildirim ê ku birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Di derbarê bûyerê de 6 kes hatin binçavkirin.