Agirê ku li Edeneyê bi tesîsa veguherînê ket û li kargehên derdorê belav bû, 18 kargeh şewitîn.
Agirê ku li Edeneyê bi tesîsa veguherînê ket û li kargehên derdorê belav bû, 18 kargeh şewitîn.
Îro danê sibê demjimêr di 06:30an de li Taxa Sarihamzali ya Edeneyê, ji ber sedemek ne dîyar agir bi tesîsa veguherînê ya Kemal Denîz ket.
Agir di demeke kin de li fabrîqeya kozmetîkê û li gelek kargehên derdorê belav bû.
Piştê girtina tedbîrên li derdorê, agirtefê mudaxeleyê agir kir û xebatên sarkirinê beredewam e. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat dest pê kirin.