Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) ji ber tekoşîna PlayOffê yê di navbera Amedspor û Tarsus Îdman Yurdu ya 16’ê Gulanê de pêk hat, li Amedsporê ceza birrî.
PFederasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF) ji ber tekoşîna PlayOffê yê di navbera Amedspor û Tarsus Îdman Yurdu ya 16’ê Gulanê de pêk hat, li Amedsporê ceza birrî. Federasyona Futbolê, ji ber bûyerên ku ji alîyê temaşevanan ve hatin kirin de 16 hezar TL, ji ber pêşwazîkirina bêusûl a temaşevanan jî 26 hezar TL cezaya pereyê birrî. Ji ber ku Amedsporê derenceyan vala nehiştine û di heman demsalê de ev bûye cara sêyemîn, 32 hezar TL, bi giştî 74 hezar TL cezayê pereyê lê hat birrîn.