Li Colemêrgê şivanê ku li pey kerîyê pez diçû li çîyê ji deverek bilind ket xwarê û jîyana xwe ji dest da.
Li Colemêrgê şivanê ku li pey kerîyê pez diçû li çîyê ji deverek bilind ket xwarê û jîyana xwe ji dest da.
Bûyer li gundê Agacdibîyê ku 30 kîlometre dûrî navenda bajarê Colemêrgê ye qewimî. Hat îddîakirin ku şivanê bi navê Şakir Adîyaman ê bavê 6 zarokan ku debara xwe bi sewalkarîyê dike, danê sibehê dema diçû pezê xwe biçêrîne, li çîyê ji deverek bilind de ketîye xwarê. Dema kerîyê pez bê şivan çûn gund, xizmên wan ketin gumanê û dest bi lêgerînê kirin. Xizmên wî yên ku çûn herêma ku pez lê diçêrandin, cenazeyê Adîyaman dîtin. Ekîbên tenduristîyê sewqî cihê bûyerê bûn û piştê vekolînê dîyar kirin ku Şakir Adîyaman jîyana xwe ji dest daye.