Li Bismilê zarokek ku motor diajot û motora wî qelibî, birîndar bû.
Qeza li taxa Gira Îsapinara li navçeya Bismilê ya Amedê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatin bidestxistin ajokarê motorê R.K. yê 14 salî ku bi motorê dema ji ser erdan vedigerîya, hevsengîya dîreksîyonê têk çû û motor qelibî. R.K. ji alîyê ekîbên tendirustîyê ve ji bo dermankirinê rakirin nexweşxanê. Derbarê qezayê de lêpirsîn didome.