Li Amedê di 6 qezayên trafîkê yên ku li heman rêyê qewimîn de 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin li ser rêya Amed-Erxenî-Elezîz, cihê Pira Devegeçîdî 6 qezayên cuda pêk hatin.
4 kesên ku di qezayan de birîndar bûn, pişti midaxaleya ewil a ekîbên tenduristîyê sewqê nexweşxaneyên bajêr hatin kirin. Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e. Derbarê qezayan de lêpirsîn hat destpêkirin.