Baregeha Amerîkayê ya li bakurê Sûrîyeyê rastê êrîşeke bi roketan hat.
Baregeha Amerîkayê ya li bakurê Sûrîyeyê rastê êrîşeke bi roketan hat. Fermandehîya Navendî ya Amerîkayê (CENCTOM) ragihand ku baregeha Amerîkayê ya li Şedadî ya bajarê Hesekê ya li bakurê Sûrîyeyê, rastî êrîşa roketan hatîye. Hat ragihandin ku di encama êrîşê mir û birîndarî çênebûn e û ziyana madî jî pêknehatîye. Piştê êrîşê Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (DSG) çûn herêma ku roket lê îsabet kir û roketeke neteqîyayî dîtin. Di daxuyanîya Berdevkê CENTCOMê de hat ragihandin ku êrîşên bi vê rengî hêzên Koalîsyonê û gelê sivîl dixe metirsîyê û aramî û ewlekarîya ku li Sûrîyeyê û herêmê bi zehmetî pêkan e têk dibe.