Ji wekîlê berê yê HDP'ê yê Amedê Altan Tan re cezayê propagandayê hat birrîn.
Ji wekîlê berê yê HDP'ê yê Amedê Altan Tan re cezayê propagandayê hat birrîn.
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê ê Serdemên 24, 25 û 26'an Altan Tan, li ser hesabê xwe yê Twîtterê di derheqê cezayê girtîgehê daxuyanî da û dîyar kir ku ji ber sûcê "propagandaya PKK'ê" hatîye cezakirin. Altan Tan di parvekirina xwe de; "21'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê, di doza ku di encama provakasyon û heqaretên Hulkî Cevîzoglu yên di bernameya Ahmet Hakan de hat vekirin de, ji ber îdîaya "propagandaya PKK'ê" kirîye salek û 3 meh cezayê girtîgehê li min birrî û cezayê taloq nekir."