Li Amedê ji bo parastin û şopandina ajalên bi xwedî "Odeya Pêkanînê ya Derzî û Çîpê" hat vekirin.
Di daxuyanîya Midûrîyeta Çandinî û Daristanan a Amedê de wiha hat gotin: "Li Odeya Pêkanînê ya Derzî û Çîpê ya ku hatîye avakirin, di şert û mercên saxlemtir û paqijtir de aşîyên harbûnê didin hevalên me yên çarpîyan, ajalên bi xwedî bi sepandina çîpê tên qeydkirin û pasaportên ajalan ên navneteweyî tên dayîn.
Bi vê armancê li Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya Navçeya Baglarê di sala 2022an de ji bo 1200 ajalên bi xwedî, di sala 2023an de jî ji bo 250 ajalên bi xwedî sepanên derzî û çîp hatin kirin."