Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê 17’emîn Lijneya Giştî li dar xist û dîyarî Dayikên Şemîyê û Xizmên Windayan hate kirin.
Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê 17’emîn Lijneya Giştî li dar xist û dîyarî Dayikên Şemîyê û Xizmên Windayan hate kirin.
Lijne, bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî Serokatîya Şaxa ÎHD’a Amedê Abdullah Zeytûn axivî û wiha got: “Çavkanîya hêvîya me, Xizmên Windayan û Dayikên Şemîyê ne. Lewma em kongreya xwe dîyarî wan dikin.”
Sekreterê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban têkoşîna 37 salan a ÎHD’ê bi bîr xist û wiha got, “Li dijî şer, pevçûn û înkarê 37 sal in me helwesta xwe neguherand û berdewam kir. Ji ber ku dema tu dev ji van berde, tu mirovatîya xwe ji bîr dike.
Cîgira Serokê Giştî ya ÎHD'ê Rehşan Bataray Saman jî axivî û got, "Dema em li ÎHD'ê dinêrin, di rêyên salên 90'î de berdêlên ji binpêkirina mafên mirovan zêdetir pêk hatin. Em têkoşîna xwe ya li dijî binpêkirinên mafan ên berê û îro didomînin.”
Piştre jî peyamên nûner û endamên berê û rapora xebatan hatin xwendin. Herî dawî jî ji bo serdema nû hilbijartin hate kirin.
Ercan Yilmaz, Sûzan Mehmetoglû Aksoy, Omer Saman, Jîyan Ormanli, Yakup Guven, Esra Saçaklidir û Alî Îhsan Demîrtaş ji bo Lijneya Rêveberîya ÎHD’ê hatin hilbijartin.