Li gor encamên nefermî yên hilbijartinê, li Amedê dabeşkirina wekîlan ji bo Partîya Çepên Kesk 8 wekîl, ji bo AKPê 3 û ji bo CHPê jî 1 wekîl hat dîyarkirin.
Li gor encamên nefermî yên hilbijartinê, li Amedê dabeşkirina wekîlan ji bo Partîya Çepên Kesk 8 wekîl, ji bo AKPê 3 û ji bo CHPê jî 1 wekîl hat dîyarkirin.
Ji bo Hilbijartina Serokomarîyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a Meclisê, 60 milyon û 697 hezar û 843 hilbijêran li 191 hezar sindoqan dengên xwe bikar anîn. Ji bo hilbijartinên giştî yên parlementoyê 3 namzed, 24 partîyên sîyasî û 151 namzedên serbixwe yên parlementerîyê pêşbazî kirin.
Parlamenterên Partîya Çepên Kesk a Amedê: Bedran Ozturk, Halîde Turkoglû, Osman Cengîz Çandar, Adalet Kaya, Serhat Eren, Sevîlay Çelenk Ozen, Mehmet Kamaç, Ceylan Akça Cûpolo. Wekîlên AK Partîyê: Galîp Ensarîoglû, Mehmet Saît Yaz, Sûna Kepoglû Ataman bûn wekîl. Sezgîn Tanrikûlû jî bû parlamenterê CHPê. Li gor hilbijartinên 2018’an HDP’ê wekîlek kêm kir û AKPê jî 3 wekîlê xwe parast. || AMED TV ||