Kesê ku li navçeya Egilê ji alîyê zarokê xwe ve bi çekê giran birîndar bûbû jîyana xwe ji dest da.
Kesê ku li navçeya Egilê ji alîyê zarokê xwe ve bi çekê giran birîndar bûbû jîyana xwe ji dest da.
Li gundê Yûkari Haydan a navçeya Egilê ya Amedê, li gor îdîayan kesê bi nave S.Û. tundî li dijî hevsera xwe E.Û ya ku bi pê re niqaş kirîye, bikar anîye.
Zarokên hevjînê ku nîqaş û tundî dîtin yek ji zarokan M.Û. debançeya bavê xwe hilda û gule bera wî da. S.Ûyê ku ji ber guleya ku li stûyê wî ket bi giranî birîndar bûbû, îro danê nîvro digel hemû mudaxeleyan jîyana xwe ji dest da. M.Û. do bi şev ji alîyê ekîbên cendirmeyan ve hat binçavkirin. Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.