Li Amedê Civîna Nirxandina Herêmî ya Xizmetên Tenduristîya Gel hat lidarxistin.
Li Amedê Civîna Nirxandina Herêmî ya Xizmetên Tenduristîya Gel hat lidarxistin.
Midûrê Giştî Prof. Dr. Sedat Kaygusuz di civîna 5emîn a ku ji alîyê Midûrîyeta Giştî ya Tenduristîya Gel ve hat organîzekirin de axivî û dîyar kir ku rewşa awarte û felaketên dawî yên weke pandemîk û erdhêjê careke din girîngîya xizmetên tenduristîyê derxist holê.
Kaygusuz got ku, "Em di jîyana mirovan de ji dayîkbûnê heta mirinê bi nêzîkatîyeke tevayî xizmetê ji welatîyên xwe re pêşkêş dikin" û axaftina xwe wiha domand,
"Her wiha ji welatîyên me yên ji erdhêjê bibandor bûne re hem li herêma erdhêjê û hem jî li bajarên ku ji herêma erdhêjê derketin çûne herêmên cuda, alîkarîya derûnî-sosyal hat kirin."