Şaredarîya Mezin a Amedê hejmara otobusên ku bişev kar dikin zêde kir.
Serokatîya Daîreya Veguhastinê li ser daxwazên welatîyan wesayîtên nobedar ên ku bişev kar dikin, guzergahên nû lê zêde kir û hejmarên seferên wan zêde kir. Wesayît dê navbera saetên 20.00-01.00’an de xizmetê bide rêwîyan.