Li Amedê li hemberî rawestandina înşeata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê bertek didomin.
Li Amedê li hemberî rawestandina înşeata Nexweşxaneya Bajêr a Amedê bertek didomin.
Înşeata nexweşxaneya bajêr ku li navçeya Kayapinarê ya Amedê ye, ji ber zêdebûna malîyetan, ji alîyê fîrmaya ku îhaleyê qezenc kirî hat rawestandin. Welatî bertek nîşanî rawestandina çêkirina nexweşxanê dan û wiha gotin: “Nexweşxaneyên li Amedê têra Amedê nakin. Em ji ber tunebûna randevûyê mexdûr dibin. Bila rayedar çareserî ji bo van pirsgirêkan bibînin û Nexweşxaneya Bajêr bila bê temamkirin.”