Ji bo avahiyên ku beriya 6ê Sibata 2023an dest bi çêkirina wan hatiye kirin, lê hê çêkirina wan neqediyaye, ji bo dewamkirina înşaetê herî dereng di nav mehekê de, divê raporên teknîkî ji sazî û rêxistinên rayedar bên standin.

Wezareta Karên navxweyî di 21'ê Sibatê de bi sernavê "Avahiyên Netemam ên Li Herêmên Afatê ku Tesîrê Li Jiyana Giştî Dikin" giştînameyek weşand.
Li gorî giştînameyê, ji bo berdewamiya înşaata avahiyên ku çêkirina wan beriya sibatê dest pê kiribûn, herî dereng di nav mehekê de ji sazî û rêxistinên ku Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê destûr dane raporek teknîkî bê wergirtin.
Piştê nirxandina rapora ku ji aliyê komîteya teknîkî ve li ser van avahiyan hatiye amadekirin, wê destûr bê dayîn û kesên guncav bên diyarkirin. Ji bo her avahîyekê wê raporeke teknîkî ya cuda bê amadekirin. Her avahiyek ku were kontrol kirin wê di 4 kategoriyan de were nirxandin û were rapor kirin.