Li Amedê Nûnerê Rûdaw TV Maşallah Dekak ??dema ku serdana Serokê Giştî yê DEVAyê Alî Babacan a Amedê dişopand rastê êrîşê hat.
Ji rojnamevanan Maşallah Dekak, dema li benda Babacan ê ku hat Mizgefta Mezin bûn, ji hêla kesekî ku navê wî nehate zanîn ewil bi devkî, piştre jî rastê êrîşa fîzîkî hat.
Êrîşkar bi dengê bilind “Ev der Komara Tirkiyeyê ye. Aqil be” got û bi ser Dekak ve çû. Êrîşkar ji alîyê kesên derdorê ve ji cîhê bûyerê hate dûrxistin, Dekak jî bûyerê wekê hewldana provokasyonê nirxand.
Piştê bertekên tund hat ragihandin ku êrîşkar hatîye binçavkirin. Derbarê êrîşê de Cemîyeta Rojnamevanên Başûrê Rojhilat (GGC) û Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîye (TGS) êrîşa li ser Dekak şermezar kirin.