Sazîya Îstatîstîkê ya Tirkîye îstatîstîkên karmendên bi heqdest ên meha Berfanbara 2023an eşkere kir.
Li gorê daxuyanîyê, di berfanbara 2023'an de li gor heman meha sala borî di sektorên pîşesazî, înşeat û xizmetên bazirganîyê de bi giştî 1,7 zêde bû. Hejmara karmendan di heman meha sala borî de 14 milyon û 800 hezar û 999 kes bû, di berfanbara 2023an de jî bû 15 milyon û 57 hezar û 373 kes.
Her wiha li gor hûrgilîyên din ên karmendên bi heqdest; di Berfanbara 2023an da hejmara xebatkarên bi heqdestê di sektora pîşesazîyê da ji sedî 1,4 kêm bû, di sektora înşaetê da ji sedî 10,1 û di sektora bazirganîyê da jî ji sedî 2,0 zêde bû