Hat dîyarkirin ku bi roj li Amed û Bajarên herêmê hewa wê ewrsayî be, danê êvarê jî barana gur wê bibare.
Hat dîyarkirin ku bi roj li Amed û Bajarên herêmê hewa wê ewrsayî be, danê êvarê jî barana gur wê bibare.
Li gor rapora rojane ya pêşbînîya hewayê ya Midûrîyeta Giştî ya 15emîn a Meteorolojîyê, tê texmînkirin ku li seranserê herêmê hewa ewrayî be, piştê nîvro li seranserê herêmê baran ji Rihayê dest pê bike, li der û dora Amed û Rihayê jî baraneke gur bibare.
Tê pêşbînîkirin ku germahî 1-3 pîle zêde bibe. Her wiha tê texmînkirin ku ba wê bi piranî ji alîyê rojhilat ve û dem bi dem wê bi hêz be.