Rojnameger Fatîh Portakal do bi şev di bernameya xwe de îdîa kir ku derbarê mûçeya herî kêm de ji çavkanîyên hukûmetê agahî wergirtîye. Karmendên ku bi mûçeya herî kêm dixebitin, çavê wan li meha Tîrmehê ye ku tê hêvî kirin, wê mûçeya herî kêm zêde bibe.

Di serê sala 2023yan de mûçeya herî kêm ya ku hatibû zêde kirin, bûbû 8 hezar û 506 lîre. Rojnamevan Fatîh Portakal do êvarê di bernameyekê de, derbarê mûçeya herî kêm de agahîyên ku ji kûlîsên hukûmetê wergirtîye parve kir û îdîa kir ku wê mûçeya herî kêm bibe 11 hezar û 500 lîre. Her wiha dîyar kir ku wê hikûmet jî, ji xwedîyê kar re hêsanî pêk bine û dibe ku ji mûçeya herî kêm bac neyê standin.