Li Kayapinarê di xwaringeha di bin plazayekê de şewat derket.
Li navçeya Kayapinara Amedê, li Bulvara Mahabadê (Rêya 75) di metbexa xwaringeheke li binê Plazayê de şewat derket.
Ji ber şewatê cîhên kar ên lı plazayê bi lez û bez hatin valakirin û bi midaxaleya ekîbên agirtefê şewat hat vemirandin.
Hat dîyarkirin ku xwaringeh ji ber şewatê xebatên xwe ji bo demekê da sekinandin.