Serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavuz û Hevseroka berê ya DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek hatin binçavkirin.
Serokê berê yê Amedsporê Metîn Kilavuz û Hevseroka berê ya DBP'ê ya Amedê Hafîze Îpek hatin binçavkirin. Di nava 91 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Kobanê de ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Enqereyê ve hatin binçavkirin, Serokê berê yê Amedsporê, parêzer Metîn Kilavuz û Hevseroka berê ya Amedê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Hafîze Îpek jî hene. Hate hînbûn ku Îpek û Kilavuzê birin Midûrîyeta Polîsan a Enqereyê.