DESTÛRA ŞANDINA LEŞKERAN BO IRAQ Û SÛRÎYEYÊ HAT WEŞANDIN
Biryara TBMMê ya ji bo 2 salên din dirêjkirina dema destûra şandina leşkeran bo Iraq û Sûrîyeyê, di Rojnameya Fermî de hat weşandin.
Di biryara dirêjkirina dema erka artêşa Tirk ya ji bo li Iraq û Sûrîyeyê de hat ragihandin ku xetere û metirsîyên ku ji ber geşedanên li herêmên ser bi sînorên bejahî yên başûrê Tirkîye û rewşa şer û pevçûnên ku berdewam dikin li ser ewlehîya neteweyî her ku diçe zêde dibin.