Şaredarîya Bajarê Amedê, ji bo Cejna Qurbanê cihên serjêkirin û firotinê dîyar kir.
Şaredarîya Bajarê Amedê, ji bo Cejna Qurbanê cihên serjêkirin û firotinê dîyar kir.
Şaredarîya Bajêr, di encama xebat û civînê xwe yên bi sazîyên cemawerî û şaredarîyên navçeyên bajêr re, li 4 taxên navend, cihên qurban û serjêkirinê dîyar kirin.
Ji bo navçeya Sûrê, Borsaya Heywandaran a Kamer Kombînasi û Guler-Et Kombînasi, ji bo navçeya Yenîşehîrê jî sûka Taxa Ûçkuyu TOKÎ wekî cihê qurbanê hat dîyarkirin.
Ji bo navçeya Bağlar, Tesîsên Yekgirtî yên Beymir Et, qada şûştina otomobîlan a 8emîn, Fermandarîya Hêza Hewayî ya Anajetê û AS-ET Besî Çîftlîgî, ji bo Taxa Kayapinarê, qada derîyê ketina Stadyûma Jimare 1, Mala Polêsan a li ser rêya Rihayê û avahîya germkirina navendî. Cihên qurbanan hatin dîyarkirin.
Cihên firoştina qurbanan wekî "Borsa Heywanan a Şaredarîya Bajêr, Taxa Yeşîl Vadî (Palûke), qada belavkirina komirê ya taxa Şehîtlîkê, li seranserê Goristana Yenîkoyê, li seranserê Stadyuma Bajêr, Bulvara Laleş" wek cîhên firotina qurbanan hatin ragihandin.