Li Erxenîyê pitikê 11 mehî, di bin siwareya ku bavê wî ajokar bû de ma û jîyana xwe ji dest da.
Li Erxenîyê pitikê 11 mehî, di bin siwareya ku bavê wî ajokar bû de ma û jîyana xwe ji dest da.
Bûyer danê sibê li Taxa Sanayî ya navçeya Erxanîya Amedê pêk hat. Hat dîyarkirin ku pitikê 11 mehî yê bi navê Bûnyamîn, ji baxçeyê malê bi çarpîkan derketibû kolanê û di bin siwareya ku bavê wî dajot de ma.
Bav ê ku piştê fêhm kir siware li kurê xwe qelibandîye, bi awayek lezgîn kurê xwe bir Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenîyê. Bunyamîn ê 11 mehî tevî hemû hewldanên bijîşkan jîyana xwe ji dest da. Malbata ku hatin nexweşxanê, bi agahîya mirina pitikê xwe, xemgînîyek mezin jîyan. Bav ê ku ji alîyê hêzên ewlehîyê ve hat binçavkirin, karên wî yê li emnîyetê berdewam e.