Îsal wê pîrozbahîya Newrozê dîyarîyê qurbanîyên erdhejê bê kirin.
Newroz a ku di pêşengîya Kongreya Civaka Demokratîk (DTK), û Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) piştê ragihandina deklarasyonê ya di 10’ê adarê de, agirê Newroza 2023’yan ê ewil di 15ê Adare de wê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bê pêxistin.
Li gel pîrozbahîya li 43 navendan, wê li gelek navçeyan, gundan û bajarokan bê pîrozkirin û fînala pîrozbahîya Newrozê wek her sal dê di 21’ê Adarê de Amed be.
Di 16’ê Adarê roja salvegera Qetlîama Helebce û 17’ê adarê roja çilê erdhejê ye wê pîrozbahî neyên lidarxistin.
Li gelek navendan dê di 18’ê adarê û 19’ê adarê de pîrozbahî neyên lidarxistin û bernameyên bîranînê bên lidarxistin.