Li Amedê di sala 2023an de ji bo kontrolkirina nexweşîya harbûnê bi hezaran pisîk û kûçikên bixwedî û yên bêxwedî hatin derzîkirin.
Di sala 2023an de ekîbên tenduristîyê yên ajalan ên Midûrîyeta Çandinî û Daristanê ya Bajarê Amedê di çarçoveya
"Bernameya Têkoşîna li Dijî Nexweşîyên Ajalan" de ji bo pêşîgirtin û kontrolkirina harbûnê ji 4 hezar û 506 pisîk û kûçikên bixwedî û bêxwedî re aşîyên harbûnê bêpere kirin e.
Her wiha 5 hezar û 67 pisîk û 1274 kûçik jî bi rêbaza nasnameya dîjîtal ji alîyê xwedîyên wan ve hatin qeydkirin.