New York Times wêneyên satelîte parvekir û hat dîtin ku Îsraîl ji bo dagirkirina başûrê Gazeyê di nav tevgeran de ye.
Di wêneyên satelîtê yên ku hatin parvekirin de hat dîtin ku wesayîtên zirxî yên Îsraîlê li derdora Xan Yûnis a li başûrê Gazeyê ne.
Li gorê analîza wêneyên satelîtê ya rojnameya New York Times a Amrîkayê, destpêkirina artêşa Îsraîlê ya dagîrkirina başûrê Gazeyê belgeya pêvajoyek e ku wê encama şerê bi Hemasê re dîyar bike û ji bo sivîlên Filistînî tê wateya xeter û mirina zêdetir.
Îsraîl, ji alîyek çalakîyên xwe yên li dijî Hamasê ber bi başûrê Gazeyê ve berfireh dike û alîyek dinê jî belavok û agahdarîyên xwe yên ji bo sivîlên li Xan Yûnisê ne re zêde dike ku ji bo li wir biterkînin û ber bi deverên başûr ve biçin.