Li navçeya Yenîşehîra Amedê di qezaya trafîkê ya ku 4 wesayît li hev qelibîn de gelek kes birîndar bûn.
Qeza îro berîya nîvro li navçeya Yenîşehîrê li xaçerêya Kolana Alî Emîrî û Kuçeya Alî Emîrî ya 3. pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di qezaya ku pêk hat de mînîbuseke taybet, 2 siware û mînîbuseke rêwîyan a bajêr pêk hat de 13 kes bi sivikî birîndar bûn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên polês û tenduristîyê sewqê cîhê bûyerê hatin kirin. Birîndaran piştê alîkarîya ewil sewqê nexweşxaneyê kirin. Polês derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.