Rêya otobusa bi koda A2 ya şaredarîyê ya ku li Amedê di hatûçûna nav bajar de tê bikaranîn guherî.
Rêya otobusa bi koda A2 ya şaredarîyê ya ku li Amedê di hatûçûna nav bajar de tê bikaranîn guherî.
Di daxuyanîya ku li ser malpera fermî ya Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê hat dayîn de wiha hat gotin: “Li ser daxwazên zedê a piştê vekirina dibistanan, ji alîyê Şaredarîya Bajarê Mezin ve, rêya otobusên me yên di navbera Stadyum û Zanîngeha Dîcleyê de bi koda A2 û 8 otobusan dixebitin, ji bo "417 Avahîyên TOKÎ" hatin dirêjkirin.
Xizmeta hatûçûna giştî wê 14 Mijdarê roja Sêşemê dest pê bike."