Li Agirîyê di qezaya trafîkê ya ku 7 siware li hev qelibîn de 19 kes birîndar bûn.
Li Agirîyê di qezaya trafîkê ya ku 7 siware li hev qelibîn de 19 kes birîndar bûn.
Di qezaya ku nêzê li gundê Yoncali yê ser rêya Agirî-Bazîdê de pêk hat, 3 mîdîbusên ku yek ji wan a Şaredarîya Dîyadînê ye, TIR, kamyonet, siware û siwareyek polêsên trafîkê li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên polês, tenduristîyê, cendirme, AFAD û agirtefê sewqê cîhê qezayê kirin. 19 kesên birîndar bi ambûlansan rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agirîyê. Her wiha hat îdîakirin ku qeza ji ber mijê pêk hatîye.