Li Erzingan û Yozgatê otobusên rêwîyan qelibî, digel kesên jîyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûn.
Li Erzingan û Yozgatê otobusên rêwîyan qelibî, digel kesên jîyana xwe ji dest dane, gelek kes jî birîndar bûn.
Ji ber ku di rêya Erzingan-Sêwasê berf barîya, bager rabû û cemed çêbû, otobêsa ku Fatîh O. diajot, li texma Qizildaxê qelibî. Di qezayê da li gor tesbîtên ewil 2 kes mirin, 21 kes birîndar bûn. Birîndar piştê midaxaleya li cîhê bûyerê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyan. Di heman demjimêrê de li Yozgatê jî otobuseke rêwîyan qeza kir. Di encama qezayê de kesek jiyana xwe ji dest da, 25 kes birîndar bûn.