Lîjneya Wezîran a Serokkomarîyê îro bi rojeveke giran dicive.
Lîjneya Wezîran a Serokkomarîyê îro bi rojeveke giran dicive.
Di civîna ku wê bi serokatîya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bê kirin de wê rêziknameyên derbarê teqawîdan û geşedanên aborîyê de, di her warî de bên nirxandin.
Encamên tedbîrên ku li dijî enflasyon û buhayên zêde hatine girtin, wê werin nîqaşkirin. Her wiha wê li ser bûdceya sala 2024’an a ku wê di 17’ê Cotmehê de pêşkeşê Meclîsê bê kirin, wê nêrînên xwe bînin ziman.
Rewşa herêmê û operasyonên hewayî yên li bakurê Iraq û Sûrîyeyê bê nirxandin. Mijareke din a ku wê di civînê de bê gotûbêjkirin wê nakokîyên di navbera Îsraîl û Filistînê de bin. Rewşa dawî ya li herêmê wê were nirxandin. Her wiha tevgerên dîplomatîk ên Tirkîyeyê wê bên gotûbêjkirin.