Baroya Amedê ji bo ku pergala E-Reçeteyê bi zimanê Kurdî jî xizmetê bide serî li Wezareta Tenduristîyê da.
Baroya Amedê ji bo ku pergala E-Reçeteyê bi zimanê Kurdî jî xizmetê bide serî li Wezareta Tenduristîyê da.
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca ragihand ku 5 zimanên bîyanî Îngîlîzî, Almanî, Erebî, Fransî û Rûsî li pergala E-Reçeteyê hatie zêdekirin. Di nav zimanan de tunebûna kurdî bû sedema bertek û nerazîbûnan.
Baroya Amedê ragihand ku ji bo karibin bi kurdî bikevin pergala E-Reçeteyê wan serlêdana îdarî li Wezareta Tenduristîyê kirine.
Di daxwaznameya ku Baroyê ji wezaretê re şandibû de, hat dîyarkirin ku di çarçoveya 'Prensîpa Wekhevîyê' û 'Qedexeya Cûdaxwazîyê' de ji bo Sîstema e-Reçeteyê bi Kurdî bê nivîsandin ji Wezareta Tenduristîyê re serlêdana îdarî kirin