Di daxuyanîya ku ji alîyê Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Îkramîyeya Cejna Remezanê ya nêzî 12 milyon teqawîtbûyî yên sala 2022an wê di 27-29ê Nîsanê de li hesabên wan bê razandin.
Di daxuyanîya ku ji alîyê Wezareta Xebat û Ewlehîya Civakî ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Îkramîyeya Cejna Remezanê ya nêzî 12 milyon teqawîtbûyî yên sala 2022an wê di 27-29ê Nîsanê de li hesabên wan bê razandin. Wezîrê Xebat û Ewlehîya Civakî Vedat Bîlgîn, berîya niha di weşana NTV'yê de gotibû ku wê di 28-29'ê Nîsanê de prîman bên dayîn. Dîrokên pereyê îkramîyeyê teqawidbûnê wiha ne: "Rojên mûçeyê yên karkerên teqawîtbûyî yên bi 4/a ne; 27'ê Nîsanê ji bo kesên xwedî 17, 18, 19, 20, 21, 28'ê Nîsanê ji bo kesên xwedî 22, 23, 24, 25, 26 û ji bo teqawîtbûyînên Bag-Kur'ê 29'ê Nîsanê ku bi 4/b ne, ji bo memûrên teqawitbûyî yên bi 4/c wê di 29ê Nîsanê de hem îkramîyeyên cejnê û hem jî mûçeyên mehane yên meha Gulanê bên dayîn."