Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî, dîyar kir ku ji bo erdhejêke muhtemel, ew ê ji bo Stenbolê qanûneke taybet çêbikin.
Wezîrê Hawîrdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê Mehmet Ozhasekî, dîyar kir ku ji bo erdhejêke muhtemel, ew ê ji bo Stenbolê qanûneke taybet çêbikin.
Wezîr Özhaseki di daxuyanîya xwe de got, "Eger em zû bi dawî bikin, nîyeta me tune ye ku em zêde li benda vekirina Meclîsê û nîqaşên butçeyê bin.
Ji ber ku lezgîn e, em ê di nava mehek an 2 mehan de bang li Meclisê bikin ku civîneke awarte pêk bînin.
Em difikirin ku ji bo veguherîna bajarê Stenbolê û amadekarîya erdhejê qanûnên nû çêbikin û li serê bi hev bişêwirin.”