KILIÇDAROGLU JI ERDOGAN’Ê RE: JI BO MIROVÊN MEHSÛM MIEBBED DIDE LÊ JI BO Ê KU DIBIN SEDEMA MIROVAN JÎ SERÊ XWE DITEWÎNE
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bertek nîşanî serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Erebistana Siûdî da û wiha got; "Ji kesên bêguneh re cezayê miebbedê tê birrîn, lê li ber kesên ku dibin sedema mirovan jî serê xwe ditewînin."
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu bertek nîşanî serdana Serokomar Recep Tayyîp Erdogan a Erebistana Siûdî da û wiha got; "Ji kesên bêguneh re cezayê miebbedê tê birrîn, lê li ber kesên ku dibin sedema mirovan jî serê xwe ditewînin." Kiliçdaroglu bi tundî rexne li Serokomar Erdogan ê ku piştê parastina biryarên Doza Gezîyê çû Erebîstana Siûdî û wiha got: "Ji AÎHM’ê re kar nemaye." Kiliçdaroglu bi bîr xist ku rojnamevanê muxalîf ê Siûdî Cemal Kaşikcî ku li Stenbolê hat kuştin, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û wiha dîyarkir; "Ji bo mirovên bêguneh ên welatê xwe cezayên heta hetayê dide û vêya li balafirgehê diparêze. Paşê ji balafirgehê dadikeve, direve ku kujerê hembêz bike. Li ber kesên ku dibin sedema mirovan serî ditewîne û çavên wî bi eşq dikene. Ew tu yî Erdogan. Ez ê bibêjim şerm e, lê feyde ye."