Mamosteyê Zimanê Kurdî Mem Dogala, li erdên pîroz ji Mekkeyê bi dîmenê ku li hewşa Kabeya Şerîf tomar kiribû ji Amed Radyo TV û gelên Amedê re silav şand û dîyar kir ku ew ji bo welat û gelê Kurd dûa dike.
Mamosteyê Zimanê Kurdî Mem Dogala, li erdên pîroz ji Mekkeyê bi dîmenê ku li hewşa Kabeya Şerîf tomar kiribû ji Amed Radyo TV û gelên Amedê re silav şand û dîyar kir ku ew ji bo welat û gelê Kurd dûa dike.
Mem Dogala yê ku bi eslê xwe ji Hezexa Şirnexê ye, demeke dirêj e li Swêdê dijî û li dibistanên wî welatî perwerdeya zimanê Kurdî birêve dibe. Mem Dogala û malbata xwe di vê demsala Hecê de çûn erda pîroz û farîzeya xwe ya Hecê bicîh tînin. Mamosteyê evîndarê ziman û welatê xwe, ji ber xebat û xizmetên Kurdî ev demeke li Amed Radyo TV dişopîne û li hewşa Kabeya Şerîf di heyama tewafê de peyamake taybet a bi deng û dîmen ji bernameya Tava Sibê ya Amed Radyo re bi rê kir.
Mamoste Dogala di peyama xwe de wiha dibê je, “Ji Mekke ya munawere, ji ba Kabeya Şerîf silav û rêz ji bo bernameya Tava Sibê û pêşkêşvan Mem Pola û ji bo Amed Radyo. Em li niha li Kabeya Şerîf in û bi milyonan mirov hatin e vir û dûa û nîyaz ji Xwedê Teala dikin. Em jî li vê derê ji bo welat û gelê xwe yê Kurd re dûa û hêvîyan ji xwedê dikin. Ji bo herkesê bidest û mezlûm ji vê mekanê pîroz silav dikin û dûa ji wan re dikin. Em hêvî û daxwaz ji Xwedê dikin ku em jî bibine xwedî welatek û azad bijîn. Me li vê derê ji çar perçeyê Kurdistan bi ala rengîn gelek Kurd dîtin. Em bi wan kêfxweş û şanaz in.”
lînka vîdeo: