Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro saet di 17:00an de wê bi Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce re bicive.
Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, îro saet di 17:00an de wê bi Serokê Giştî yê Partiya Memleket Muharrem Înce re bicive.
Di civîna krîtîk de tê payîn ku namzetiya Înce were nîqaşkirin. Wekîlên berê yên CHP’ê bangli Înce kiribûn ku xwe ji namzetiyê vekişînin. Şîroveyên ku dibêjin namzediya Înce dengên mûxalefetê parçe kiriye û ji bo Kiliçdaroglû “gera yekem a hilbijartinên serokomariyê dixe xeterê” hene. Înce do di hevpeyvîna xwe ya bi nivîskarê Hurriyetê Abdulkadîr Selvî re, gotibû, "Tu teklîfek ji bo min nîne. Ger Kemal Beg were ez ê pê re biaxivim."