Alîkarê Serokê Koma MHP'ê li Meclîsê gefa "bi kuştinê" li parlamenterên HDP'ê xwar.
Alîkarê Serokê Koma MHP'ê li Meclîsê gefa "bi kuştinê" li parlamenterên HDP'ê xwar.
Parlamenterê Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Rihayê Omer Ocalan ku di Lijneya Giştî ya Meclîsê de di muzakereyên butçeya 2023’an de mafê axaftinê girt, bal kişand ser zext û astengîyên li ser zimanê Kurdî. Ocalan daxwaza xwe ya ji bo zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehîyê dûbare kir û wiha got, “Tehemûlê du gotinên kurdî nakin. Em ê ji bo vê têbikoşin." Alîkarê Serokê Koma MHP'ê Levent Bûlbûl li dijî axaftina Omer Ocalan ê HDP'yî mafê axaftinê girt û got; “Kî bixwaze çi, çawa bike em li vir in. Kesên hewl dane bi zorê tiştan bikin, di nav torbeyên zer de ne dîyare li ku hatine bin ax kirin û veşartin. Heman aqûbet li pêşîya her kesî ye.” Li ser gotinên Bûlbûl di navbera komên HDP û MHP’ê de nîqaş derket. Cîgira Serokê Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş wiha got, “Em qebûl nakin ku cîgirê serokê partîyê, berê xwe bide me û bi kîsên zer gefan li me bixwe. Em li vir jîyanê diparêzin. Tehdîda mirinê, di lijneya giştî de derqanûnîyeke mezin e û asta tundîyê nîşan dide. Me gelek bedelên mezin dan û em hatine vê deverê."