Partîyên mixalefetê piştê ku Dadgeha Qanûna Esasî (AYM) derbarê Wekîlê TÎP'ê yê Hatayê parêzer Can Atalay de du caran biryara "binpêkirina mafan" da û ev biryar ji alîyê dadgehê ve hat redkirin, Meclîsê ji bo civîna awarte bang kir, lê ev bang hate redkirin û ji ber vê daxuyanîyek hevpar hate kirin.
Partîyên mixalefetê ji bo gotûbêjkirina qeyrana dadwerîyê banga civîneke awarte li Parlamentoya ku di betlaneyê de ye, kirin. Lê belê ev daxwaz ji alîyê Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş ve hat redkirin.
Di danezana hevpar a bi îmzeya parlamenterên CHP, TÎP, DEM Partî, Partîya Kedê, Partîya Saadet, Partêya DEVA, Partîya Pêşerojê û Partîya Demokrat ve hat weşandin de hat destnîşankirin ku “ev binpêkirina eşkere ya qanûnê ye.”