Piştê banga Wagner a serhildanê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî wiha got, "Em ê xayinan ceza bikin.”
Piştê banga Wagner a serhildanê Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî wiha got, "Em ê xayinan ceza bikin.”
Pûtîn krîza Wagnerê weke hewldana parçekirina civakê bi nav kir û wiha got: "Ez bang li welatîyên Rûsyayê, leşkerên wê, hêzên ewlekarîyê û yên ku bi xapandinê rabûne ser pîya.
Rûsya ji bo pêşeroja xwe şerekî dijwar û têkoşîneke giran dide.
Hemû amûrên leşkerî û agahdarîyê yên Rojava li dijî Rûsyayê tên bikaranîn. Em ê destûrê nedin ku Rûsya careke din parçe bibe.
Em ê gelê xwe biparêzin."
Pûtîn, anî ziman ku xayin wê bên cezakirin û wiha got, "Hemû sûcdarên ku hewl bidin serhildana çekdarî pêk bînin, wê bên cezakirin."