Di Torbe Qanûna ya ji 80 xalî ye ku pêşkeşê Meclîsê hat kirin de, hat dîyarkirin ku ceza û zêdekirina deynê prîmê sîgorteya Tenduristîyê ya Giştî (GSS) wê bên rakirin.
Piştê ku pêşnûme bê qebûlkirin û di Rojnameya Fermî de hat weşandin wê deynên prîmên GSSyê bên efûkirin.
Kesên ku berîya 1ê Çileya 2014an deyndarê prîmên GSSyê ne wê ji efûyê sûd werbigirin.
Ji ber ku prîmên GSS li gorê mûçeya kêmtirîn tê dîyarkirin, prîma ku heta dawîya îsal bê dayîn mehane 402 lîre ye û salane jî 4 hezar û 802 lire ye û li gorê zêdebûna mûçeya kêmtirîn a sala 2024an wê prîmên GSS jî zêde bibin.