Partîya DEVAyê bi daxuyanîyekê piştgirî da pêşnîyara xwarina bêpere ya xwendekaran.
Partîya DEVAyê bi daxuyanîyekê piştgirî da pêşnîyara xwarina bêpere ya xwendekaran.
Sendîkayên perwerdeyê wek rapor radigîhandin ku 4 milyon xwendekar birçî diçin dibistanê. Mûxalefetê jî rapora sendîkayan û pêşnîyara li dibistanê xwarina bêpere, pêşkêşê meclîsê kir, lê ji aliyê hikûmetê û wekîlên MHP'ê ve ev pêşnîyar hat redkirin.
Di daxuyanîyê de Serokê Polîtîkayên Ciwanan ya girêdayê Partîya DEVAyê ya Serokatiya bajarê Amedê Yucel Karadaş, axivî û got; “Erka û wezîfeya sereke ya dewletê ye ku zarokên me bi tendurist bijîn. Lê mixabin ev pêşnîyara muhîm ji aliyê wekîlên hikûmetê û hevkarên wê ve hat redkirin û li restoranta parlementoyê bi 22 TL goştê berxê xwarin. Berpirsîyarîya dewleta civakî ye ku zarokên me birçî nekevin dersê û xwarina tendurist û bêpere mafê hemû zarokên me ye.”
Karadaş, anî ziman ku xwarin mafekî bingehîn ê mirovan e û bang li rayedaran kir ku di vê warê de bi berpirsyarî tevbigerin.
Li aliyê din jî beşdaran kevçî û temsîyên vala hilgirtin û bal kişandin ser zehmetiyên ku xwendekar dijîn.