Serokatîya Bajarê Çanakkaleyê ya Partîya Pêşerojê, ji bo Alîkarê Serokê Koma AKP'ê û Wekîlê Çanakkaleyê Bulent Tûran bibe namzetê serokomarîyê, daxwazname da destpêkirin.
Serokatîya Bajarê Çanakkaleyê ya Partîya Pêşerojê, ji bo Alîkarê Serokê Koma AKP'ê û Wekîlê Çanakkaleyê Bulent Tûran bibe namzetê serokomarîyê, daxwazname da destpêkirin.
Piştî ku Tifaqa Milet Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglû wek namzedê serokomarîyê ragihand, gotinên Bulent Tûran ê 3 sal berê dîsa hat rojevê.
Turan, 3 sal berê wiha gotibû, "Ger Kemal Kiliçdaroglû di sala 2023an de bibe namzedê serokomarîyê, ez ji vir îlan dikim ku ez ê jî wek parlementerê Çanakkaleyê Bulent Tûran, bibim namzedê serokomarîyê."
Li ser van gotinan Tûran dîyar kir ku wî îronî kirîye û wiha got, "Eger di pêvajoya namzedîya Kemal Bey de tevkarîya me hebe em kêfxweş in!"
Serokatîya Bajarê Çanakkaleyê ya Partîya Pêşerojê, ji bo Tûran bibe namzetê serokomarîyê, daxwazname da destpêkirin.