Walîyê Amedê Munîr Karaloglu, bi biryara Serokomar Erdogan ji peywîra xwe hat girtin.
Walîyê Amedê Munîr Karaloglu, bi biryara Serokomar Erdogan ji peywîra xwe hat girtin. Walîyê Mêrsînê Alî Îhsan Su, tayînî Amedê hat kirin. Biryarnameya Serokomarîyê ya di derbarê Tayînkirina Walîyan de ku bi îmzeya Erdogan hat dayîn, di hejmara îro ya Rojnameya Fermî de hat weşandin. Bi biryarnameyê walîyên 10 parêzgehan, ji kar hatin girtin, walîyên 20 parêzgehan jî hatin guhertin. 9 walîyên ku ji peywîra xwe hatin hildan, li Serokê Mufetîşîya Sivîl a Walîtîyê hatin tayînkirin.