Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora texmînên hewayê parve kir.
Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora texmînên hewayê parve kir. Li gor raporê; tê texmînkirin ku li derdorên bakur û rojavayê Amedê berf û baran bi hevre bibare. Tê texmînkirin ku germahîya hewayê li herêmên baran lê dibare wê ji 2an heta 5 pîleyan kêm bibe û li cîhên din jî wê guherîneke berbiçav çênebe. Tê texmînkirin ku wê ba ji alîyê bakur ve kêm, car caran jî nerm be. Midûrîyeta Meteorolojîyê li hemberê neyînîyan hişyarî da û divê welatî bi tevdîr û baldar bin.