Hat dîyarkirin ku tunelên li Kela Suryanîyan a li navçeya Eglê di demeke nêz de wê ji zîyaretvanan re bên vekirin.
Hat dîyarkirin ku tunelên li Kela Suryanîyan a li navçeya Eglê di demeke nêz de wê ji zîyaretvanan re bên vekirin.
Serlêdana destûrê ya ku ji alîyê Şaredarîya Eglê ve ji bo vekirina 2 tunelên li Kela Suryanîyan ku hatibûn girtin, ji alîyê Desteya Herêmê ya Parastina Mîrateya Çandî û Xwezayê ve hat qebûlkirin.
Piştê ku xebat bi ekîbeke ji 15 kesan pêk tê di bin çavdêrîya rayedarên muzeyê de dest pê kir, tê armanckirin ku tunelên dîrokî bi tûrîzmê bidin qezenc kirin.
Di daxuyanîya ku ji teref Şaredarîya Eglê ve hat dayîn de wiha hat gotin: "Ji bo di demeke kurt de tunel ji zîyaretvanan re bên vekirin xebatên hewce dest pe kirin.”