Ji bo Amedê û bajarên herêmê îqaz û hişyarîya barana zêde û lehîyê hat kirin.
Ji bo Amedê û bajarên herêmê îqaz û hişyarîya barana zêde û lehîyê hat kirin.
Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê, daxuyanî da ku tê texmîn kirin li herêmê hewa pir ewravî be, wê baran bibare û birûskê wê vedin.
Tê texmîn kirin ku îro li herêma me, barîna baranê û vedana brûskan wê li derdora Amedê bi hêz û bandor be. Pêwîst e li hember neyînîyên wek lehî, vedana birûskan, ba û bahozê û astengîyên di çûnûhatinê de baldar û hişyar bin.